| Gel jêderê hêza desthelatê ye û hwiyê man û nemana wê ye û di dirêjahiya dîrukê da û ta evru bi hizaran nimune liser kartêkirina helwîstên gelan û gurankariyên encamdayin hene çi derênî yan di nerênî bin, her ji jinavbirina şanşîn û îmbiraturiyet û dewletan û helweşandina hikumetan û gihurîna wezîr û yasayan û ta digehîte dadgehkirina yên dijî berjewendiyên gelê xu rawestiyan.
Ruja 28 ê tîrmeha 2008 ê û rujên dîvda cada Kurdistanê bûye gumtelekê guriyê û jêderê geşibuna vê guriyê hestê neteweyê Kurdayetî bûye û egerê hilbuna vê guriyê kudetaya 22 î tîrmehê bu.
Xiyanet, Fêlbazî,, Dujminatî, Xapandin, Çewisandin, Pêşilkirina Desturî, Neyeksanî dimafan da, Çespandina giyanê dûberekiyê û.... Hitid çend namekên aşikira yên vê kudetayê bun û zurên ne aşikira li piştira hene û naveruka diwîr ji hemî binemayên dadiyê û bi taybet madda 24 ji yasaya helbijartinên civatên parêzgehan ku tinê diberjewendiya Ereb û Turkumanan daye û hemî maf û hîvî û umêdên Kurdan diçewisînît ku hewleka aşikiraye bu jinavbirina madda 140 jide ... >>>>
|