Îraqa piştî helbijartinan û rola kurdan

Rizgar Kêsteyî
Sala 2003 dema ketina rejêma Sedamî gropê ji tevan amade û tekûztir li Îraqê kurd bûn. Ji ber ku ji sala 1991 û ta ku wî demî kurdan karîbûn piştî gelek şer û nakokiyên navxwe, xwe amade bikin ji boy ketina Sedamî û ew bi yek deng û yek hêz ketine nava Îraqa nû.

Wî demî li nav Erebên Îraqê tevlîheviyeke gelek bê serûber hebû û ew ji pêşhateke weha re hêjî ne amade bûn. Loma jî rola kurdan di ava kirina Îraqa nû de rola sereke bû. Lê mixabin dema hêzên ereban karîn hêdî hêdî xwe rêk bêxin û xwe li ser piyan bigirin, hêza kurdan destpêkir hêdî hêdî paşde çû. Ev çend jî ji egera ne pêgiriya Ereban bi soz û peymanên dema opozisyon bûnê û bawerî ne bûna wan bi demokrasî û mafên kurdan bû.

Pêdvî nake em behsa role kurdan di wê demê de bikin, ew hêjî li bîra me tevane, lê a ku em dixwazin bêjin ewe ku tiştê kurd wî demî dikarîn bikin û nekirin. Mixabin kurdan, ji bilî carna tevdanê bi Birêmer re, hemû deman 100% bi ya Emerîka dikir û ne dixwestin ji axaftina wan derkevin. Wê demê kurdan xweş dikarîn Kerkûk û deverên kurdan li Mosil û Diyala bigirin ji ber ku Ereb wê demê pir lawaz bûn û ne dikarîn tiştekî bikin., lê wan ne xwest bêdiliya Emerîka bikin û ew pêngav nehavêt.

Herçende kurdan ev yeke nekirin, lê dîsa jî ew di nav deselata Îraqê de bi hêz û xwedî axiftin bûn û piraniya caran axaftina serokên kurdan kilîla çareseriyê bû ji bo arêşên Îraqiyan, lê vê bi hêzbûnê gelek mifa ne da Kurdistanê, belkî zêdetir da Îraqê.

Raste di wê demê de hindek destkeftên baş ji bo kurdan di destûra Îraqê de hatin bicî kirin, lê ji ber ku Ereba tu carî bawerî bi demokrasî û mafê kurda nîne loma jî nuha dema piçek bi serxweve hatine êdî wan maf û destkeftên kurdan mandel dkin.

Di ser vê tevê jî re ez dibînim ku kurdan hem di qonaxa ( Civata deselatê ) a ku piştî ketina Sedam hate damezrandin û hem jî di hukumeta nû ya Îraqê de ku piştî helbijartinên sala 2005 hate damezrandin hêzeka wan a baş hebû û hisab ji bo axftina wan dihate kirin. Ev jî ji ber dû egera, ya êkê lawazbûna ereba û ya duwê jî êk dengî û êk rêziya kurdan bû, ku mixabin ji bo roja îro ev herdû eger jî neman. Ji aliyekî ve Ereban xwe rêkxistine bi taybetî hêz û kesên dijî kurdan û ji aliyekî din jî ve peydabûna lîsta Goran a Newşêrwan Mustefea yek rêzî û yek dengiya kurdan derizand. Lo ma jî ez dibêjim tiştê ku kurdan di salên 2003-2006 dikarîn bikin êdî nema îro dikarin bikin, helbet eva ez dibêjim li Îraqê, lê ne li Kurdistanê, ji ber ku ez bawerim li Kurdistanê piroje û pilanên baş di destê kurdan de hene û wê di van salên dawî de gelek pêngavên giring li Kurdistanê bêne avêtin, lê dîsa ereb û hukumeta Îraqê dikarin wan asteng bikin eger kurd bi hêz nebin.

Em dizanin li encamê helbijartinên sala 2005 kurdan 53 kursî li perlemanê Îraqê bi destxistin û bi wî awayî jî bûne lîsta duwê di perlemanî de piştî lîsta Hevgirtina nîştimanî ya Îraqî ( şîîa ), lê bi vê rewşa Îraqê û kurda ya îro ez dibînim ku kurd bibin lîsta sêyem û wî demî jî tenê dikarin daxwaza postê serokatiya perlemanî bikin, lê bi dîtina min serokatiya perlemanî jî bi hêsanî nakeve destî.

Kêmasiyeke kurdan a din li Bexda ewe ku mixabin li sala 2005 hindek kes şandine perlemanê Îraqê ku tu têkeliya wan bi siyaset û xebata kurdayetî ve tune û gelek şandine wêderê ji boy razîkirina wan û wergirtina postekî baş.

Vaye bi vê rewşê em li roja 16/1/2010 dîsa dikevine helbijartinên Îraqê. Em dibînin jî ku hewlên serokatiya Kurdistanê ji boy yek dengî û yek lîstiya kurdan berdewamin, lê Gorana Newşêrwan Mustefa pêgîre li ser wê ku ê bi lîsteke cuda bikeve helbijiartinan û dîsa partiyên Îslamî jî her wesa. Yanî em êdî nema bi hêviya yek dengiyê bin li Îraqê, ji ber ku herçende hêza van partî û gropên opozisyonên ! kurdan hindik jî be lê dîsa têra wê yekê heye ku derzekê têxe nav yek rêzî û yek dengiya kurdan.

Ji ber vê yekê dive serokatiya Kurdistanê û partiyên wê ( P..D.K û Y.N.K ) vê carê gelek bi hûrî vekolîn û şirove li ser vê rewşê bikin û ji bo perlemanê Îraqê hindek kesan kandîd bikin ku bi rastî jî bikaribin bersîngê van hêrşên li dijî kurdan bigirin û mafê kurdan biparêzin. Dîsan jî dive çav xişandinek bi hevpeymaniyên bi ereban re bê kirin û steratîjeke nû ji boy kar û hevpeymaniyên nû bê danîn. Her tiştê Emerîka jî dibêje ne şerte ew ji bo kurdan baş be, loma jî tiştê ne di berjewendiya kurdan de be dive ji Emerîka jî ne yê pejirandin. Eger carna ew ji me aciz jî bibin dunya xirab nabê. Erebên Sunî bi salan ew kuştin, dawiyê jî Emerîkiyan hêvî ji wan kirin û ew anîne ba xwe.

Bi giştî helbijartinên roja 16/1/2010 ji bo me kurdan wê ezmûneke giran be û dive em bi baştirîn hêz û karînên xwe, xwe jê re amade bikîn û bar jî ne tenê li ser milê serokatiya Kurdistanê ye, lê ew erka me teva ye û divê her ji îro ve em kar jê re bikin.

Print