| Bi helkefta 8 Adarê, ristkeka nêrgiza dikeme dîyarî bo her jinkekê, û dibêjimê: tu yî hejî wê ristkê..tu yî bwîka biharê..tu namirî..
Bi vê helkeftê vê kurte hizokê dikem dîyarî û roja 8 Adarê li hemîya pîroz dikem.
Ristkeka nêrgiza bo bwîka biharê
Her bihar, tu mêrga nêrgizêt jîyanê bî
Her bihar, dilê min evîndarekê bê jivane, jivana wî digel nêrgizêt mêrga teye.
Her bihar, nêrgizeka nwî li ser ristka evînê zêde dikem
Murîkêt wê divehînim…divehînim
Bi civana rojekê ku tu bi xwe, xwe biperêsî…û hemî ferman li bin fermana te bin..
Li hîvîya rojekê, tu bi xwe, xwe hejî bibînî…
Wê ristkê bikeme gerdena te û rewsha wê, ronahîyê bidete hemî milyaketêt wekî te…
Hemî bwîka bixemilînît…bêhna xwe li ser kirasêt hemî dayika belav biket…
Bibîte dîyarî di destê hemî evîndara da…
Bibîte zivrokeka stêra û destê te bigrît.. te bibete beheshteka wesa, êdî gunnehbarîya xarina sêvê têda nebît..
Bibîte beheshteka wesa, tu têda, tu bî.. û te, bi te, bidete nîyasîn…
Te di gêleshoka stêrêt xweda bizivrînît…bêjîte te:
Êdî besse, xwe hishyarke..
Da wî agirê tu xwe pê disojî, shemalekê pê helkey û rêka xwe pê ronkey..
Wê kêra tu di hinavêt xweda dichikilînî , qeyd û bendêt li dor te rapêchay, pê bihincinî û kerker bikey..
Wî werîsê li gerdena xwe di alînî, bikeye daverist û xwe derbasî jîneka nwî bikey…
Wan rondikêt xweshkandinê, bikeye rwîbarekê bosh, wekî rweîbarêt biharê, hemî xem û xîyala pê radey…
Êdî besse..
Bêje: Ez, ezim…belê ezim..
Êdî besse, xwe nakujim..
Ne bê famim, ne bê hêzim..
Ez dayikim, ez evînim, ez cegerim
Ezim, ya te didet, te radiket, ya te didilê xweda himbêz diket
Ezim evîn, ezim jîyan..xwe nakujim..
Ez biharim, bihar bê gul naxemilin…
Êdî besse..ez namirim..
Ger mirim jî…hizar hizar bwîkêt biharê..dê li shwîna min bishkivin…
|