|
Herwek me li silal avirr dayê, di demêt dirêjêt dîrokêda, rolê Rûşanê di ezmanê kurdîda gelekê lewazbû, hindek niviştokêt biçwîk li vêrê û wêrahe û li vî çaxî û çaxê he hatine nivîsîn û piştî hingî li medresa jî di hatin xwandin, lê çi giringî bi rûşanê nedihat dan, xelkî wesa hizir kirîye, ku ezmanê kurdî tinê ezmanê helbestêye û ezmanêt Erebî û Farisî ezmanêt rûşanê û vegêranêne, jiber vê çendê jî dê bînî bijlî helbestê nivîsîn li ser zanistêt dî gelek kêmin, yan her nînin. Û evê bêlivîyê (rikud) gelek çerxa vekêşa, heta sala 1850ê pêda, Mela Mehmudê Bazîdî bi rengekê geklak tîr û himbiz dest bi nivîsîna mijarêt rengîn ji rûşanê kir, mijarêt dîrokî, folklorî, civakî, rêzmanî, hunerî û yêt dî. Wî bi dehan berkar û bi hizara berperr nivîsîn.
Demê em be`hsê rûşana kurdî dikeyn, divêtin berî her kesekî Mela Mehmûdê Bazîdî bête bîra me, ew babe rûşana kurdîye. Ew nivîsînêt ku berî wî hatîne kirin, tevaya wan mijarêt olî bûn, armanca danerêt wan pê ewbû, ku dîne îslamê nîşa biçwîkê kurd biden û wî vêrkene ezmanêt erebî, farisî û tirkî. Lê Mela Mehmûdî di gelek deravanda karkirîye, dîrok, revişt û tîtal, folklor, tore û … htd. Ew têgehiştibû ku dinya ne bitinê di mi`hrab û mizgefta daye, ne tine di salox û pêgotinêt xudê û pêxembera daye, nivîsîn jî ne tine helbeste belkî rengêt nivîsînê ji helbestê giringtir hene, ku ew jî Rûşane. Jiber vê çendê jî em dişêyn Mela Mehmûdî bi “babe rûşana kurdî” binav bikeyn.
Çi liser Rûşana kurdî hatîye nivîsîn?
Van salêt dwîmahîyê, hêja Elaeddîn Sucadî kitêbek bi navê ((mêjûyî pexşanî kurdî/ mêjû, edeb, zanîyarî)) danaye û sala 2000ê li dezgeha Aras ya çap û belvkirnê, li Hewlêrê, hatîye belavkirin. Herwek danerî di despêkêda aşkirakirîye, ku ev kitêbe (mêjûya rûşana kurdîye ji çerxêt kevnar û heta digehîte salêt 1980ê). Gava kitêb ketîye destê min û berî bixwînim, min hizir dikir ku karekê hosa yê zanayekê mîna Sicadî pê rabûy, dê tiştêt nwî têda hêne vedîtin. Lê piştî min kitêb xwandî, bêhîvîyek bo min çêbû û pitir ji wê çendê tirsîyam, ku tevaya berkarê wî hosa yê sist û xav û bê dwîvçûn bît. Êkem mînak bo rûşana kurdî, seyday înay, ew têkistin yêt, ku “Maşaellah” Sûrî Kirmaşanî sala (1344) Şemsî ji zardev wergirtîn û çapkirîn(1) paşî li wêre baz didet û xo li cihekî gîro naket, herweku tiştek dî di rêka wîda nîne, heta digehîte sala (1260)ê mişextî û têkista Mewlûda Şêx Husênê Qazî (2). Û mînaka sîyê ya seyday înay, têkista “Balê û Baram”, ku beyteka kevne û sala 1952ê çûye ser kaxezê (3). Vekolîneka bi vî rengî bo mirovî xuya diket, yan xudanî armanceka veşartî heye, ku heta avirrekê jî nedete wan berkarêt bi kirmancî bi rûşan hatîne nivîsîn, yan jî gelekê neşehrezaye di dîroka torevanîya kurdîda.
Herkesê pêzanîn li ser rûşana kurdî ya Kevin nebin, dê bo wî çend mînaka deyne pêşçav:
1. Elî Teremaxî sala 1000 miş., ji dayk bûye. Wî kitêbek bi navê (destûra zimanê erebî bi kurdî) heye û bi rûşan hatîye nivîsîn û bi kurdîyeka hindî bêjî rewan û nazik.(4)
2. Niviştokek bi navê (`Eqîda Îmanê) di (Dar Sedam lîlmextûtat) daye. Ev niviştoke 13 berperre, bi xetekê spehî bi kurdî-kirmancî nivîsîye, ne navê danerî ne jî dîroka danana wê têdaye, tine sala meşqkirna wê hatîye, ku sala 1230ê miş.(5) dwîrnîne danerê vê niviştokê berî vê mêjûyê bi dehan sala, yan ji sed sala pêtir jîyabît.
3. Qamûseka destxet (Turkî-Kurdî) dîsan di (Dar Sedam lîlmextûtat)da hatîye parastin, Mihemed Elî Qeredaxî di rasta kevnatîya wêda dibêjît: ((li dwîv kaxez û awayê nivîsînê û xetê wê temenê destnivîsê ji (300-400) sala kêmtir nîne)). Dîsan avirrê didete wêrê, ku giringîya wê ewe bi rûşan hatîye nivîsîn.(6) navê danerî û çaxê nivîsînê têda nehatîne.
4. Destnivîseka dî her di (Dar Sedam lîlmextûtat)da hatîye parastin. Ev destnivîse qamûseka biçûka (farisî- kurdîye) bi awayê rûşan hatîye nivîsîn. Dîsan M. Elî Qeredaxî dibêjît: tiştek di rasta danerê destnivîsê yan nivîsevanî û dîroka nivîsîna wê nizanîn û bi hizra min dibît destnivîs 200 dused sala berî niho hatibîte nivîsîn.(7)
5. Mela Yûnisê `Helqetînî (1785), kitêba ((Terkîb û Zirûf)). Evkitêbe li ser rêzmana erebîye bi ezmanê kurdî. Destnivîseka wê li nik min heye.
Hejî gotinêye sala 1996ê hêja Emîn Narozî ev herdu kitêbe li bin navê (Mele Yûnsê Helqetînî/ terkîb we zirûf/ weşanêt SARAyê, Stokholm, Swêdin, çapkirîye.(8)
6. Kitêba Ttubbê ya Mela Mihemedê Erwasî, ev kitêbe jî bi rûşan û bi kurdîyeka spehî hatîye darêtin. Pitire ji dused sala ev niviştoke hatîye danan.
7. Tubba kurdî: ji danana: Mela Mehmûdê Behdînî. Eve nivişokeke li ser dermanêt kurdî bo êşa hatîye danan, herçend ya biçwîke, lê bihayê wê geleke. Destnivîsa wê li nik min heye, bi destê Mihemed Sîraceddîn El-Xelîlî El-Ttûrî hatîye meşiqkirin, ku wî jî ji destnivîseka sala 1212miş., hatîye nivîsîn, wergirtîye.
8. Cewahir Eqîdet el-Îlam wel-îman: eve niviştokeka biçwîke li ser îman û bîr û bawerêt îslamê, ji danana Mela Xelîlê Sêrtî ye, berî 180 sala hatîye nivîsîn.(9)
9. Mela Mehmûdê Bazîdî/ şerfnama Şerefxanê Bidlîsî, pişka êkê, bi navê „Tewarîx qedîmeî kurdistan(10) ji farisî wergêraye ser kurdî. Û li sala 1986ê Qenatê Kurdo Kurdoyêf û Musayêlîyan pêşgotinek bo destnivîsa bi xetê Mela Mehmûd hatîye nivîsîn, nivîsîye. Her ew destnivîs li çapêdaye û zêdekirîye. Mela Mehmûd gelek kitêbêt dî yêt bi nirx û biha nivîsîne, ji wana (Adat û Risumetnameya Ekradîye) û pirtokek li ser dîroka kurdistanê ji sala 1785ê heta 1858ê nivîsîye.
10.Adat û Risûmatnameî Ekradîye: ev kitêbe ji danana mela Mehmûdê Bazîdîye, sala 1858-1859 bi xetê xo nivîsîye û sala 1868ê bi destê kesekî navê wî (Şehnezer)e hatîye meşiqkirin û sala 1963ê M.B. Rodênkoyê li Mosko çapkirîye(11) û bi dehan berkarêt dî, Mela Mehmûd danayne, bingehekê mezin bo rûşana kurdî danaye.
11. Îrşad El-Îbad mîn `Ewam el-muiminîn: ev kitêbe li ser bawerîyê (eqîde) û gelek tayêt olî li ser mezhebê îmamê Şafi’î ji `îbadat û gelek babêt fiqhî û hidek jî li ser bingehêt tecwîda Quranê. Ji danana kesekî navê wî (Yûsife)e û Ebdillah Ibin Mehmûd Elneqişbendî sala 1960ê wergêrandîye kurdî. Kitêb sala 1960ê li Enqerê hatîye çapkirin. Bihemîve 343 berperre.
Eger me bivêt navêt wan kitêbêt bi rûşan hatîne nivîsîn, bi hejmêrîn, dê bine gelek, pirranîya wan kitêba jî di çerxêt kevinda yêt hatîne danan. Eger mamosta Sicadî pîçekê xo westandiba û li dwîf rûşana kurdî gerryaba, da ev kitêba wî ya lewaz bîte êkem kitêba berkeftî li ser rûşana kurdî, lê divêt herdem nivîsevan bizanît karê ne zanistî û liser bingehêt bihêz nehête avakirin, westîyana wî dê bi avêda çît. Di her vekolîn û dwîvçûnekêda, eger layêt veşartî nehêne helkolan û dîyarkirin, wê vekolînê çi bihayê xo yê zanistî nabît. Belku bi zehmet bûye mamosta van hemî berkara bi dest xo bêxît, lê gelek ji wana liberdest bûn û her kesek dişîya bidest xo bêxît, ji ber vê çendê jî dê gazinda me liser wî di cihê xodabît.
Dehmen:
1. Binêre Elaeldîn Sicadî, mêjûyî pexşanî kurdî. Mêjû , edeb, zanîyarî/ dezgeha çap û belavkirnê Aras, Hewlêr 2000 bp. 27-30.
2. Binêre Elaeldîn Sicadî, jêderê berê bp. 34.
3.Her ew jêder bp. 38.
4. Bo pitir pêzanîn binêre: Dr. Marif Xeznedar, Destûrî zimanî Erebî be Kurdî , Elî Teremaxî, çapxana (Dar Elzeman)/ Bexda 1971. dîsa binêre Reşîd Findî, Elî Teremaxî êkemîn rêzimannivîs û pexşannivîsê kurde. Emîndarîya rewşenbîrî û lawan. Bexda 1985.
5. Binêre Mihemed Elî Qeredaxî, bûjandinewey mêjûyî zanayanî kurd le rêgey destxetekanyanewe, bergî çwarem, çapî yekem, çapxaney (Elxensa), Bexda 2002, bp. 106-111.
6. Binêre Mihemed Elî Qeredaxî, bûjandinewey mêjûyî zanayanî kurd le rêgey destxetekanyanewe, bergî sîyem, bp. 170-174.
7. Binêre Mihemed Elî Qeredaxî, bûjandinewey mêjûyî zanayanî kurd le rêgey destxetekanyanewe, bergî sîyem, bp. 223-226.
8. Binêre kîtêba me, Kelhên Ava, komeka vekolîn û têkistên kilasîk., bp.85. dezgeha Spîrêz ya çap û weşanê. Dihok 2005.
9. Tehsîn Îbrahîm Doskî: li dûr Edebê Kirmancî di sedsala nuzdê û bîstê zayînî, (deq û vekolîn) bp. 15 ji weşanêt kurra zanîyarîya kurdistanê Hewlêr 2004.
10. Tehsîn Îbrahîm Doskî: li dûr Edebê Kirmancî, bp. 39-46.
11. têkista vê kitêba destnivîs li nik min heye. Binavê Mela Mehmûdê Bayezîdî, Tewarîxî qedîmî Kurdistan (dîroka kurdistanê ya kevnar, p.1 wergêrana “Şerfnama” Şerefxanê Bidlîsî ji ezmanê farisî bo kurdî. Çapkirna têkistê, pêşgotin, fehrestêt navnîşanan û jêderan Q.Q. Kurdoyêf û J.S.Mûsaîlîyan. Moskow 1986.
|