|
Serokê herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Soranê de da zanîn ku Kerkûkê wek bajarekî din a Kurdistan û Iraqê ye lewra rêz li raya xelkê bajrê bê girtin û wek bajarên din ên Iraqê bêmerc beşdarî hilbijartina Iraqê be.
Îro serokê herêma Kurdistanê serdana qazaya Soranê kir û bi amadebûna waliyê Hewlêrê digel qaymiqamê qazayên Soran,Riwandiz,Çoman û Mêrgesurê û birêveberên nahiyeyên sinorê civiya.
Di civînê de amaje bi kar û projeyên hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin û ji bo zêdetir xizmetkirinê xelkê herçar qazayan, çendîn pêşniyar û daxwaz pêşkêşî serokê herêmê hate kirin.
Serok herêmê paşî digel çîn û tebeqeyên herçar qazayê civiya û di civînê de got:” Pêwîst e rêz li raya xelkê Kerkûkê bê girtin û ew bajar jî wek bajarên din ên Iraqê bêmerc beşdarî hilbijartinê bibe
|