|
Demekê temenê Cêsîka Lagas “Jessica Lagas” 11 meh bû, ew keç bê dê û bav bû, ligel wê çendê jî gelek nêzîk bû Cêsîka ji ber birçîbûnê li Iraqê jiyana xwe ji dest bide.
Pora Cêsîka diweriya û nedikarî li ser piyan bisekine û laşê wê lawaz bû.
Niha temenê Cêsîka 18 sal e û nûneratiya herêmeke xwe (Dola Alamadn) li pêşbirkêya Şahciwana wilayeta Kalîfornya a Amerîka dike. Di vê derbarê de dibêje: “Ger bi başî û hûrî lê bifikirî, çarenûs te dîn dike.”
Cêsîka û xuşka wê ya 20 salî ku navê wê Şîrîn e, xwelkê Başûrê Kurdistanê ne û diya wan ku navê wê ‘Kurdistan’ bûye di adara sala 1991an de, wextê hêzên Sedam Husên ew dever jibo serkutkirina serhildana xelkê wê herêmê bombebaran kir hatiye kuştin.
Piştî koçbarbûna hevsera wî, bavê wan keçan bi navê Serdar Mihemed Kerîm mal bi mal geriya heta malbatekê peyda bike, ji bo ku bo demê çend rojan li keçên wî hişyar bin, xwedî derkevin, lê bavê wan keçan tugav nevegeriya. Serdar li kampeke penaberan li Tirkiyê Dan û Dîan dîtin ku di wê kampê de karê xêrxwazî dikirin. Liser daxwaza Serdar wan jin û mêran serdana keçên wî li Iraqê kirin û demê gihan cem wan, bi sedema ku çi xorakek giyayî nexwaribû laşê Şîrînê werimî bû û dîsa dihat xwiyakirin ku Cêsîka jî heyamê çend dem bû naneke baş nexwariye.
Di mijdara 2006an de, Dîan Lagas di axaftinekê de derbarê çîroka wan keçan wiha got: “Tişta ku me dît kirîza xwarinê bû, tugav min kes nedîtiye bi vî awayî bê çewsandin.”
Liser daxwaza Serdar, wan jin û mêrên Amerîkî ew dû keç bixwe qebul kirin û bi riya qanûnî kirin keçên xwe.
Bavê Cêsîka nayê bîra wê, tenê ew nebe ku wêneyekî xeyalî derbarê wê dizane û tugav wêneyê diya xwe nedîtiye. Ligel wan Cêsîka dixwaze nasnavê şahciwana 2009an a wilayeta Kalîfornya bidest bîne, ji ber wê ku: “Pir xweş dibe ku bikevim ber çav û bala xelkê.” Lê Cêsîka hêvîdar e ku ew nasnav bibe alîkar ji bo ku bibe nimûneyeke baş bo xelkê din. Bi sedema ew azmûna tal a ku li Iraqê hebûye.
Xuşka Cêsîka, Şîrîn Lagas niha zewicî ye û li nêzîk bajarê Sakremênto paytexta wilayeta Kalîfornya dijî. Cêsîka bixwe jî ligel sê hevalên xwe di apartmanekê de dijî û karê dayîngeyiyê dike.
Ew ne cara yekemîn e ku Cêsîka xwe bixe nav warê wergirtina navûdeng û xwe xistin berçavê xelkê.
Cêsîka bi awayekî ne çaverêkirî bû berbijara Şahciwana Kalîfornya, ev jî bi sedema ku rojekê Cêsîka di înternetê de digeriya ji bo ku bikare di bernameyek televizyonî de beşdar be. Lê wextê Cêsîka reklama wê pêşbirkêyê dît, rasterast formê wê kêbirkêyê tejî kir. Heta meha nîsana 2009antu bersivek jê re nehat dan, lê di vê mehê de E-mailek jê re gihîşt û têde hatibû nivîsîn: ‘Hatiye qebulkirin tu di pêşbirkêya şaciwaniyê de beşdar bî.’
Herwiah di E-mala şandî bo Cêsîka de hatibû ku pêwîst e Cêsîka ji bo hevpeyvînê li hotela mezin a bajarê Oklanda amade be. Cêsîka nûneratiya herêma ‘Dola Alamadn’ dike. Ji ber ku cara yekemîn li wir jiyan kiriye, berî ku biçe bajarê Sanhozey. Eger Cêsîka di wê pêşbirkêyê de serkeftî be an sernekeve, li gor ew jiyana li Iraqê hebûye, wê gelek qonax birîne.
Di vê derbarê de Cêsîka dide zanîn: “Ger ez sernekevim, tiştekî nexweş dibe, lê ezê her kêfxweş bim ji bo ku ew firsend ji min re hatiye afirandin di kareke wilo de beşdariyê bikim.” |