| Duhî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê UN’ê li Iraqê Ad Melkert û şandeya pê re kir.
Di şandeya digel Mîlkert de berpirsê nivîsgeha piştgiriya hilbijartinê li UNAMI û serokê nivîsgeha herêmî ya UNAMI’yê li Hewlêrê hebû.Di hevdîtinekê de ku serokwezîrê Kurdistanê Berhem Salih jî tê de hazir bû, gotûbêj li ser pêşveçûnên dawîn ên hilbijartina Iraqê,çawaniya dabeşkirina kursiyên parlamentoya Iraqê û pêşniyarên ku ji bo çareserkirina vê arîşeyê hatine pêşkêşkirin hate kirin. Nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê UN’ê rola endamên Hevpeymaniya Kurdistanê ya di parlamentoya Iraqê de bilind nirxand.
Serok Barzanî jî got:” Meseleya qanûna hilbijartinê meseleyeke hesas e û pêşniyarên ku derbarê mijara dabeşkirina kursiyên parlamentoya Iraqêde hatine kirin neadaletî tê de ye û em naxwazin kes xêr li me bike û kursî bide me, em mafê xwe dixwazin, kursî heqê mîllet e û kes nikari pê bilîze, em hest bi wê çendê dikin ku bi wan pêşniyaran xedir li gelê Kurdistanê tê kirin, em dixwazin ew xedir bê rakirin, bila UN’ê mekanîzmeyeke baş bibîne û heqê gelê kurd çiqas e bila wê bide.”
Serok Barzanî got:” Bila UN’Ê bi hûrî jimareya rûniştvanên her parêzgehekê û heta jimareya rûniştvanên Iraq û dengdêran bikole ku ka ew jimare li hin parêzgehan çawa hatiye zêdekirin û li hin parêzgehan jî nehatiye zêdekirin,em qebûl nakin meşrûyet bi kêmkirina rêjeya gelê Kurdistanê li Iraqê bê dayîn,eger mesele siyasî ye em digel pêkanîna hilbijartinan in lê ger bû meseleya teknîkî me jî têbînî heye ku pêwîst e bi cidî bên liberçavgirtin.Xelkê kurd li nik me pir girîng e û pêwîst e raya gelê kurd bê wergirtin ku piştrast be xedir lê nehatiye kirin.Eger xedira ku li gelê kurd hatiye kirin bidome emê daxwaza pêkanîna serjimariyê bikin daku her kes hêza xwe nas bike, eger ew serjimar jî nehate pêkanîn divê di dabeşkirina kursiyên parlamentoya Iraqê de hevsengî bê liberçavgirtin, daku kes hest bi mexduriyetê neke.” |