Barzanî: Dixwazin pêvajoya aştiyê sabote bikin

Barzanî ragehand ku di mijara ‘’Vebûna Demokratîk’’ de ew amade ne hemû piştgiriyê bidin û got: ‘’Di mesela hevkariyê de pêşniyarên ku werin em ê binirxînin.’’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, li Hewlêrê bersiva pirsên Rêveberê Nûçeyan ê NTV Mete Çubukçu dan. Barzanî diyar kir di mesela ‘’Vebûna Kurd’’ de bi hêvî ye û domand: ‘’Em hêvîdar in encamên baş bên wergirtin, em jî amade ne piştgiriyê bidin. Di vê serdemê de pirsgirêk êdî bi çek nayên çareser kirin, divê PKK jî vê fam bike.’’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî hêvî kir ku ji wilo zêdetir xwîn neyê rêtin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Em van pêngavan pir erênî dibînin. Em wiha difikirin ku biryareke gelekî rast e. Hêviya me encameke baş ku di berjewendiya herkesî de be jê bê wergirtin. Armanca gavên ku tên avêtin bo bi dawîanîna şer e. Ev armanceke pîroz e û bi hemû heza xwe piştgiriyê lê dikin. Ne tenê Kurd hîç miletek, bi çekan çareseriyê bo pirsgirêkên xwe nabînin. Em dixwazin Kurdên Tirkiyê bi şêwazên demokratîk û aştiyane li mafên xwe bigerin. Ez pir bi hêvî me, ji ber êdî li sedemên pirsgirêkan tê gerîn. Hêviya me ew e êdî PKKê jî fam kiribe ku bi çek çareserî nayên dîtin.’’

Nêzîkbûna Tirkiyê ya berê ne aştiyane bû

Barzanî da zanîn ku ew rêz li vê cesareta hikûmeta Tirkiyê û ya Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan digrin ku pêşan dane û wiha axaft: ‘’Li Tirkiyê berê kultureke din serdest bû. Nêzîkbûn ne aştiyane bû. Bo min tiştê Serokwezîrê Tirk kiriye pir girîng e. Pirsgirêk êdî dema mirov berê xwe bide sedemên wan tên çareser kirin. Sedemeke wê jî heye ku PKKê rahiştiye çekan. Ger ev sedem bê çareserkirin pirsgirêk ji holê radibe. Berê bi derencama pirsgirêkan ve dilebikîn, niha li sedemên pirsgirêkan tê gerîn. Bêdengbûna çekan ji Herêma Kurdistanê jî girîng e. Pirsgirêka ewlekariyê hemû kesî nerihet dike. Bêewlehiya vêdê iji bo Tirkiyê, bê ewlehiya li Tirkiyê jî bo me ne baş e.’’

Ji bo aştiyê sabote bikin tiştê ji destê wan were dê bikin

Barzanî ragehand ku di mijara ‘’Vebûna Demokratîk’’ de ew amade ne hemû piştgiriyê bidin û got: ‘’Di mesela hevkariyê de pêşniyarên ku werin em ê binirxînin.’’ Derbarê kuştina 7 leşkeran de jî Barzanî nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Bê guman mirov xemgîn dibe. Ji bo pêvajoya aştiyê sabote bikin tiştê ji destê wan were dê bikin û texsîr nekin.’’

Heta aramî neyê berqerarkirin divê Amerîka venekişe

Li ser pirsa gelo ‘’vekişîna Amerîkayê we dixe nav fikaran’’ jî Barzanî wiha bersiv da: ‘’Li gor me li Iraqê heta bi tevahî îstiqrara siyasî neyê berqerarkirin wê kêşeya ewlekariyê dirust bike. Bê guman rojek ji rojan wê vekişin, lê divê roja ku herin aramî berqerar bûbe.’’

Em çima nebin wek Ewrûpayê

Barzanî peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê jî wiha nirxandin: ‘’Peywendiyên me yên aborî baş bi pêş ketine. Di warê peywendiyên siyasî û civakî de jî pêngavên erênî hatine avêtin. Vekirina serkonsolgerî jî wê pêngaveke baş be. Wê di pêşerojê de hevkariya me berfireh bibe. Tirkiye dikare bibe wesîle bo Herêma Kurdistanê ber bi Ewrûpa vebe. Gelek tiştên hevbeş ên ku em bi hevre bikin hene ger na nameşe. Dinya jî ber bi wê diçe. Ne tenê Tirkiye dinya ber bi hevkarî û dostayetiyê ve diçe. Temaşekin berî 40-50 salan li Ewrûpayê bi milyonan mirov mirine. Lê niha di navbera wan de sînor neman. Em çima li herêmê tiştekî wiha nekin. Meseleyeke min heye ku min jiyana xwe xistiyê. Û tecrûbeya min pêşan dide ku mesele bi aştî û başî tên çareser kirin, bi şer nayên çareser kirin. Lê belê di demên bê çareyî de mirov neçar dibe xwe biparêze.’’

Dema Tirkiyê jî destê xwe dirêj kir pirsgirêk nema

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, sedema ku niha peywendiyên ligel Tirkiyê bi başî birêve diçin jî wiha rave kir: ‘’Polîtîkaya rast ku Tirkiye dimeşîne bûye sedema vê. Ji ber hîç wextekî me nexwest peywendiyên me ligel Tirkiyê ber bi xerabî herin. Dema Tirkiyê destê dostayetiyê dirêj kir destê me yê dostayetiyê jî hat dirêj kirin. Em li benda destê Tirkiyê bûn. Dema Tirkiyê jî dirêj kir pirsgirêk nema.’’

Li Iraqê dibe ku gelek tişt bên guhertin

Di dawî de Barzanî da zanîn ku ji bo pêşeroja Iraqê hilbijartinên meha adarê krîtîk in û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Dibe ku li Iraqê gelek tişt bên guhertin. Em temaşe kin û li benda encamên hilbijartinên meha adarê bin.’

Print