|
Piştî qanûna hilbijartina ji aliyê parlamentoya Îraqê ve hat qebûl kirin, bi vê minasebetê Qesar Spî li Waşîngtonê daxiyaniyel fermî weşan ku tê de tekîdê li madeya 140ê dike. li jêr daxiyaniya Qesra Spî bixwîne:
Piştî qanûna hilbijartina ji aliyê parlamentoya Îraqê ve hat qebûl kirin, bi vê minasebetê Qesar Spî li Waşîngtonê daxiyaniyel fermî weşan ku tê de tekîdê li madeya 140ê dike. li jêr daxiyaniya Qesra Spî bixwîne:
Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA), bi minasebeta pesindkirina qanûna serastkiriya hilbijartinan, pîrozbahiyê li xelkê Îraqê û nûnerên wan yên hilbijartî dike. Em bi dilekê xweş çaverêyî hilbijartinên niştimanî dikin. Ev minaqeşeyên ku bûne sedemê pasindkirina qanûna hilbijartinan wê yekê îspat dike ku îraqî û serokên Îraqê bi kontrolkirina paşeroja xwe û çareserkirina nakokiyan bi awayekî aşitî û li gor destûrê re pabendin.
Her ji sala 2005ê were DYA piştevaniya destûra Îraqê, weke esasek ji bo îraqiya ku bikarin mafên xwe biparêzin û ji bona binyatdanan yekêtiya niştimanî bi hevre kar bikin, kiriye.
Destûra Îraqê li gele hikûmeta herêma Kurdistanê tesîreke mezin ji bo îstîqrar Îraqê hebûye.
DYA piştevaniya xwe ji bo xelkê Îraqê û hikûmeta wan a hilbijratî dûpat dike. Herwesa DYA hurmetên xwe ji destûra Îraqê re, li gel madeya 140ê ku deverên nakokbar yên weke Kerkûk û sînorên din yên nakokbar himbêz dike, dûpat dike. Herwesa DYA piştevaniya madeya 142ê ku behsa verastkirina destûrê dike. Em dê bi berdewamî piştevaniya xelkê Îraqê û hikûmeta wa a hilbijartî ku, ji bona cîbicîkirina destûra Îraqê bi wayekî tevayî û adil kar dikin, bikin.
Tevî nakokiyên navbera hikûmeta Îraqê û herêma Kurdistanê gelek arîşe li pêşiya Îraqê hene. DYA amadeya alîkariya îraqiya bike da ku nêzîkî hev bibin û ji bona çareserkirina arîşeyên xwe yên kevin çareseriyên siyasiyên nû bibînin. Tirsên kevin nehêlin û bi hev re weke welatekê serferaz paşeroja xwe ava bikin û cihê xwe yê dîrokî di nav civaka navdewletî de bidest bixin.
Piştî hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2010ê, li gor qanûn û destûrê di sala 2013ê û 2014 de hilbijartin tên encam dan. Serjimêriyeke moderin, hûr û timam dê bibe sedemê hêsankariyan bi hilbijartinên paşerojê. DYA amadeye ji bo pêkanîna serjimêriyeke rast û dirust di sala bê de alîkariya hikûmeta Îraqê bike. Ev yek jî faktereke ji bo alîkariya Îraqeke bi îstîqrar û hikûmeteke adil û li hember xelêkê bepirs be dike.
Dewletên Yekgirtiyên Amerêkayê (DYA), li hemeber rola pir giring ya di alîkariya xelkê Îraqê û amadekirina wan bo hilbijartinên bihên lîstî, sipasiya Neteweyên Yekgirtî dike û piştevaniya xwe ji bo mebûsê NY li Îraqê dûpat dike. |