| Bi serperiştîya serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, kombûneka berfireha part û alîyên siyasîyên herêma kurdistanê li bajêrê Selaheddîn hat sazdan. Sekreterê Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir Ezîz di evê bareyê de ji PNA û radiyoya Zagros re da xuyakirin, ku behsa çend pirs û mijarên giring di evê kombûnê de hat kirin. Di evê kombûnê de, bi taybetî behsa sê xalên giring hat kirin û ev kombûna han, li ser daxwaza serokê herêma kurdistanê hat sazdan.
Qadir Ezîz got: di evê kombûnê de serokê parliyamenta herêma kurdistanê, cihgirê serokê herêma kurdistanê, serokên partîyên siyasîyên herêma kurdistanê û serokên fraksiyonên nava parliyamenta herêma kurdistanê amade bûn.
Di beşekî dinê evê bêjedana xwe de Qadir Ezîz weha jî da nîşandan, ku di evê kombûnê de behsa rewşa ewledarîya herêma kurdistanê hat kirin û di evê bareyê de, bi taybetî behsa rewşa ewledarîya deverên parêzgeha Silêmanîyê hat kirin.
Di evê kombûnê de behsa propagandayên alîyên siyasîyên herêma kurdistanê hat kirin û ev alîyên han, xwe amade dikin da ku beşdarîyê di hilbijartinên parliyamenta Iraqê de bikin.
Qadir Eazîz weha jî got: di nava evê kombûnê de, behsa serdana bihê ya serokê herêma kurdistanê ya ber bi Amerîka ve jî hat kirin.. dê serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî di evê dema pêş de, serdana Amerîka bike. |