Kurdên şebek daxwaz dikin deverên wan vegerin ser herêma Kurdistanê

Kurdên şebek daxwaz dikin deverên wan ku li gundên Şaqulî, Xezne, Muwefeqiye, Basexere, Elî Reş û nahiyeya Bertleyê ya ser bi parêzgeha Mûsilê nîştecîh in, vegerin ser herêma Kurdistanê.

Hejmarek ji mixtar, kesayetiyên naskirî û endamên desteya şêwirmendên kurdên şebek bi navê tevaya kurdên şebek spasnameyek ji serokê herêma Kurdistanê re şandin. Di sipasnameyê de kurdên şebek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di vê dawiyê de li nahiyeya Bertleyê rastî wan hatibûn, spasiya serok Barzanî kirine.

Kurdên şebek di spasnameya xwe de her wiha daxwaz ji serokê herêma Kurdistanê kirine ji bo parastina ewlekariya wan, hêzên parastina herêma Kurdistanê li deverên wan bimîn û deverên wan jî vegerin ser herêma Kurdistanê.

Print