Qutabiyên qunaxên amadeyî yên sinurê qeza Amêdyê xupîşandaneka aştiyane digêrin

Heval Litfî-Amêdyê / Ya xûyaye bu cara gelekê qutabiyên sinurê parêzgeha dihukê bi giştî û sinurê qeza Amêdyê bi taybetî, ku daxaza xwîndina zaravê kirmancî badînî bixwînin jiber tênegehştina qutabî di pitiriya peyva zaravê suranî kartêkirinê liser astê qutabî diket û dibîte egerê hindê ku ev qutabiye bimînîte li pula xu.

Bi amadebuna hijmareka qutabiyên qunaxa amadeyî yên devera Amêdyê evru çiwarşembî 13 / 1 / 2010 ê, gişt li ser cadda giştî li Amêdyê xirive bûn û beref baregayê liqa Amêdyê ya êketiya Qutabiyên Kurdistanê çûn û heval "Şirîf Fitah "berpirsê liqê Amêdyê ku wek liqa êketiya qutabiyên Kurdistanê li Amêdyê wek yadaştekê radestî cenabê qaymqamê qeza Amêdyê biken û bi xupîşandaneka aştiyanih beref gurepana qaymqamiya qeza Amêdyê bi rêkevin .

Berpirsê liqa êketiya qutabiyên Kurdistanê "Şirîf Fitah "di daxûyaniyekê da bu malperê–Devera Amêdyê gut: Evru wek êketiya qutabiyên Kurdistanê lidwîf daxaziyên gişt qutabiyên sinurê qeza Amêdyê ku piştî sala nwî ya xwandinê bume diyarbû ku piştî vekulîn digel qutabiyan hatîne kirin zurbeya qutabiyan nimirên zur nizim bidest xuve înayne û piştî dan û standin digel qutabiyan hatîne kirin eve derencam derkefte ve ku zaravê suranî bûye egerekê serekî ku astê lidef qutabiyan beref kêmasiyê bête ve, dîsan mejî wek êketiya qutabiyan xu bi xudanê van qutabiyan zanîve û daxazeka rewa ya zimanê kirmancî li deverê bihête xwandin û nivîsîn û evejî daxazeka rewa ya qutabiyane û hîvîdarîn ji cihên berpirs vê daxazê berçav wergirin.

Lidwîvda êketiya qutabiyan digelida gişt qutabiyên sinurê qeza Amêdyê beref qaymqamiya qeza Amêdyê ve çûn li ber derê qaymqamiya qeza Amêdyê niwînerê van qutabiyan yadaşt nama wan bu cenabê qaymqamê qeza Amêdyê û rêveberê perwerda qeza Amêdyê eva lixwarê deqê yadaşt namê ye:-

Bû/ qaymqamiya qeza Amêdyê berêz

B/ yadaşt name

Silaveka zanist wixebatê....

Ya xûyaye ku astê zanistê ruj bi rujê beref nizmbunê diçît li herêma Kurdistanê bi taybet li parêzgeha dihukê û piştî buçûnêt qutabiyan hatîne wergirtin bi taybet qutabiyên devera Amêdyê ev çend e bu me diyar bû ku zaravê suranî karîgeriyeka zur kiriye ser nizmbuna astê zanistî yê qutabiyan lewra em weku qutabiyên devera Amêdyê di qunaxên cuda cuda yên xwandinê da hest dikeyin ku mafê me ye xwandinê bi zaravê kirmancî hatiye bin pêkirin çunke evruke ji egerê cihgirtina mufên miruvî li Kurdistanê kêmtirîn pêkhatên Kurdistanê bi zimanê xu yê zikmakî dixwînnu dinivîsîn weku (turkman, kirstiyan hitid...) eve jî cihê serferaziyê ye bu her kesekê kurd, lê mixabin ta evru jimareka zur ji qutabiyên behdîn yên xwandinê dur dikevin ewên dixwînin jî pileyên zur yên kêm bidest xuve dînin çunke zaravê xwandinê zaravê wane biserda hatiye sepandin eve jî metirsiyeka mezine liser ayndê zanistî yê Kurdistanê lewra jiber hindê ku zanist pitir cihê xu bigirît beref pêşve piçît, pêdivî ye giringî bi hemu zarava bihête dan bi taybet zaravê kirmancî, dîsan em naxwazîn ne zarava kirmancî û ne zarava suranî bihête sepandin liser çi zaravên dî yên Kurdistanê lê giringîdan bi zarava zikmakî rêxuşkere bu bilindkirina astê zanistî li Kurdistanê, evru bi hizaran qutabiyên behdîn hemî qunaxên xwandinê birîne û neşiyayne çi dahênana biken, eve jî nîşane bu hindî ku qutabiyên behdîn çi ji zarava suranî wernegirtî ye daku Kurdistan geşitir lê bihêt bi zanistê ev bere babe ji qurbanî nezanînê ne bît hîvîdarîn em jî weku her pêkhateka Kurdistanê bi zarava xu yê kurmancî bixwînîn û binivîsîn.

Serkeftî bît zanist û zanîn.

Bijît kurd bijît Kurdistan.

Paşan ev yadaşt name radestî cenabê "asmaîl mihmid "qaymqamê qeza Amêdyê kir û dîsan qaymqamê qezayê bersiva wan da û gut: Evru me ev yadaşt nama hewe wergirt ji hewe û em dê bi rêka qaymqamiya qezayê evê yadaşt nama we û daxwaziya hewe dê bilind keyin û bu cihên peywendîdar bi taybetî parêzgeha dihukê û herwesa encumenê parêzgeha dihukê ku ewjî bi rîkên xu bigehînne cihên peywendîdar û evê arîşê çareser biken û hewil û bizav dihêne kirin bu qunaxên bihêt bixêr bihên serçava.

Lidwîvda "luqman mir "rêveberê perwerda qeza Amêdyê gut: Em jî bi navê perwerda qeza Amêdyê em suzê deyne hewe armanc û daxazên hewe bigehînîne cihên peywendîdar.

Print