| Îro serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li havîngeha Selhedînê bi damûdezgehên polîsê herêma Kurdistanê re civiya.
Di destpêka civînê de wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî bi navê xwe û ekîba sereke ya hêzên navxwe, ji bo derfeta wê hevdîtinê sipasiya serok Barzanî kir û soz da serok Barzanî, gel û niştîmana xwe ku dê hertim bi dilsozane aramî, ewlekarî û serweriya neteweya xwe biparêze.
Şengalî her wiha bi erka di stuyê xwe de da zanî ku di çarçoveya planên stratejîk de siyaseta giştî ya hikûmeta herêmê bi cîh bîne.
Paşê serokê herêmê axaftinek kir û tevî ku bixêrhatina amadebûyan kir, li ser erkên damûdezgehên polîsê herêma Kurdistanê axivî û wiha got: “Hikûmeta herêmê dest bi gaveke pîroz kiriye, ew jî bi dameziraweyîkirina damûdezgehên herêma Kurdistanê ye û di nav wan damûdezgehên polîs jî cihê xwe digirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî diyar kir, jiyana efser û pledarên polîsê herêmê her tim di destê wan de bûye, bo ku jiyana hemwelatiyan biparêzin û got: “Em çi qas bibin welatekê yasayî û destûrî, hew qas jî li derve giraniya me dê zêde bibe û dê rêzeke zêdetir li me bê girin.
Di dawiya civînê de jî hejmarek ji efser û pledarên polîsê herêmê li ser hin mijarên girêdayî damûdezgehên xwe ve, nêrînên xwe anîn ziman û serok Barzanî jî bersivên wan dan. |