| Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li bajêrê Selaheddîn, pêşwazîya balyoza komara Çek a li Iraqê Bronislava Tomaşova kir. Di evê dîdarê de balyoza Çek a li Iraqê şadbûna xwe ji bo serdana herêma kurdistanê da nîşandan û da xuyakirin, ku peywendîyên wan ên bi herêma kurdistanê re ji mêj ve ne û got, ku niha nivîsgeheka bazirganîyê ya komara Çek li bajêrê Hewlêrê ye. Bronislava got, ku Çekan wek Kurdan êş û azar dîtine.
Li angora evê nûçeya ZagrosTV Bronislava hêvî xweztiye, ku civaka navdewletî sozên xwe yên bi Kurdan re bi cih bihînin, ji ber ku milletê kurd şayisteyê (layiqî) her tiştekî ye.
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî jî, bi germî pêşwazîya Bronislava kir û tekez kir, ku dê peywendîyên navbera herdu alîyan her li pêş bin.
Serokê herêma kurdistanê da nîşandan, ku gelê Kurd û gelê Çek xwedîyên ezmoneka zîndî ne û ew ezmon jî, wan dike yek.
Serokê herêma kurdistanê got, ku ezmona Çek da xuyakirin, ku yekbûna bi zorê çê nabe û millet bi xwe biryara xwe dide, ka ew dê çawa bijî.
Di alîyekê dinê evê dîdarê de, behsa rewşa niha ya Iraqê û herêma kurdistanê hat kirin û bi taybetî jî behsa hilbijartinên dahatîyên parliyamenta Iraqê hat kirin.
Bronislava di peyivînên xwe de tekez kir, ku ew dixwazin demokrasî li Iraqê li pêş bikeve û pirsên hilawîstîyên navbera Iraqê û herêma kurdistanê bihên çareserkirin.
Bronislava got, ku neçareserkirina evan pirsan ne di berjewendîya Iraqê de ye û divê maddeya 140 û qanûna gazê û petrolê, bi cih bibin û bihên pesendkirin.
Serokê herêma kurdistanê da xuyakirin, ku ev hemû pirsana di nava destûrê de hatine destnîşankirin û heger ew maddeyana bi cih bihatana, Iraqê rastî ti giriftan nedihat.
Serokê herêma kurdistanê got: niha jî heger ew madde her pêk nehên, dê giriftên mezintir jî li Iraqê çê bibin.. gelê kurd jî xwe girêdayî evê destûrê dibîne û ev destûra han, dihêle ku Iraq yekparçe be. |