Nivîskar û helbestvan Edîb Çelkî di dîdareke dirêj da

Di vê hevpeyvînê de Edîb Çelkî li ser gelek mijarên girêdayî edebiyatê diaxife...

Texta stiranê cîhaneka taybete û divêt helbestvan hemû taybetmendî yên wê li ber çav bigrît

P : Eger li ser jiyana taybetî ya xwe – Ji zaroktiyê heta niha – biaxivî, çawa derbasbû û çi bandora wê li ser text û gişt helbestên te hebûye?

Li bara pirsyara we, ez dikarim bibêjim ji du pişkan pêkhatiye, jiyan û qûnaxên wê û bandora wê li ser berkar û têkistên min. Gelek zehmete ku di dîdareka hosa da mirov li ser hemû qûnaxên jiyana xwe bi dirêjî baxivît.

Lê di bersiva pişka yekê da ji pirsa we, dê gelek bi kurtî bêjim :

Li sala (1957) li gundê Çelkî, ser bi qeza Amêdiyê - parêzgeha Duhokê, li başûrê Kurdistanê peyda bûyî me. Ji binemaleka oldar û ayinî me û bab û bapîrên min mela bûn, ji ber hindê jî binemala min xwandina ayinî bo min hilbijart. Lewma ji bilî xwandina fermî ya xwandingehê, min gelek pertokên ayinî û edebyata Farsî li cem babê xwe û birayê xwe yê mezin xwandin, wekî herdu pertokên Şêx Se,adiyê Şîrazî, (Gulistan û Bustan). Li sala (1978) ê ez çûme zanîngeha Bexda, li kolîca Şerîetî hatim wergirtin. Li dawiya sala çarê (Li 27 meha du, heta 10 meha pênca sala 1982ê) bo heyama 72 rojan sîxurrên rijîma be,is li baregehê emna (Asayiş) giştî li Bexda, bi gumana harîkariyê digel tevgera azadîxwaza kurdî û nivîsîna helbestên netewexwazî, ez girtim û zîndanî kirim. Piştî ku ji min bêhîvî bûn û nekarîn çi belge û gotinan li ser hindê wergirin, ez bi kefalet berdam û min xandina xwe bidawî anî û belgenama xwe wergirt. Her li payiza wê salê (1982)ê ez çûme nav rêzên şoreşa kurdî û bûme Pêşmerge û berdewam bûm heta xizeyrana (1995)ê, ku li wê salê hatime Ewropa û ji hingî were û heta niha li welatê Almaniya binecih bûme. Li sala (1987)ê bi jiyana xêzandariyê şadbûm û niha ez û xanim û sê zarokên xwe pêk ve li Almaniya dijîn.

Li sala (1979)ê min dest bi nivêsîna helbestê kir û li sala (1980)ê bûme endamê Êketiya nivîskarên kurd. Gelek helbest, vekolîn û nivêsînên min di kovar û rojnamên Îraqê û paşî yên şoreşê jî da (Bi kurdî û erebî ) belavbûne.

Li sala (1989) ê êkemîn dîwana min ya helbesta bi navê : (Şev Stiranên Zêy) bi zimanê Kurdî li nav Pêşmerge û penaberan belav bû. Her wê salê li nav rêzên şoreşê, min û mamostayan Felekeddîn Kakeyî, Ebûbekir Xoşnaw, Rêkar Ehmed, Karwan Ebdulla û çend kesên din, Komela nivîskarên Kurdistanê li gundê (Rajan) li devera mergeverê li rojhelatê Kurdistanê damezrand û me kovarek jî bi navê (Bang) derxist. Wî demî komeleka din jî ya nivîskaran bi navê (Êketiya nivîskarên Kurdistanê) hebû. Senterê wê li bajarê Seqiz bû, ku Mamostayan Muhemmed Heme Baqî, Heval Kwêstanî, Azad Cundiyanî, Cewher Kirmanc û wan birêve dibir. Lê çunkî ew nivîskar, li nav rêzên şoreşê belav bûn û ne li cihekî bûn, û ji aliyekî din ve, aloziyên wê serdemê li nav hêzên bizava azadîxwaza kurdî kêncên xwe di her warekî da hebûn û me jî dixwast bi rengekî wekhev serederiyê digel hemû hêzên Kurdstanî bikin û jiber hindek egerên din jî, me komeleka din bi navê :(Komela nivîskarên Kurdistanê) damezirand. Lê piştî çendîn dîdar û rûnştinan, digel Êketiya nivîskarên Kurdistanê, di kongireka hevpişk da li gundê (Niwê) devera Mergeverê li rojhelatî Kurdistanê, me herdû Êketî û Komele kirine êk, bi navê :Êketiya nivîskarên Kurdistanê. Li meha deha sala (1991) li kongirê Êketiya nivîskarên Kurd li bajarrê Şeqlawa, ku bi (Kongira Serhildanê) hate bi navkirin, ez digel Mamostayan Dr. Îzeddîn M. Resûl, Felekeddîn Kakeyî, Ebdulrhman Mizorî, Muhemmed H. Baqî, Ebdulreqîb Yûsif û çend kesên din, bûyne endamên desteya rêvebira Êketiya nivîskarên Kurd. Li nav rêzên şoreşê, ez pişikdarî gelek karên ragehandinê bûm, ku êk ji wan ez bûme sernivêskarê êkemîn rojnama kurdî ya bi pîtên Latînî, li başorê Kurdistanê, bi navê (Riya serkeftinê) ku hejmara êkê li 5 meha şibata (1983)ê derkeft. Piştî serhildana mezina başor jî, li Duhokê ez bûme sernivîskar û damezrênerê êkemîn rojnama hefteyî li Behdînan bi navê (Peyman) ku hejmara êkê li 11 Tîrmeha (1994)ê çap û belavbû.

Di bersiva pişka du yê da ji pirsa we : Belê bêguman kênca (Bandora) van qûnaxên jiyanê li ser nivîsîn û helbesta min gelekî xuyaye, bi taybetî du qûnaxan, Ya êkê : Qûnaxa zarokîniyê, çaxê li Gunda, min gelek guhdariya stiranên govend û dîlana dikir, di şevbêrî û şeverokan da jî stiranên koçk û dîwan, çîrok û serhatî ya. Ya duyê: Xwandina min ya ayinî û binemala min. Her jiber hindê jî ez gelek sumbulên dastan û efsanên Kurdî û sumbulên Olî û ayinî ( ji hemû Ol û Ayinan) di helbestên xwe da bikartînim, ku bi dîtina min ev prose jî hêzeka mezin didete textê, eger mirov bi şarazayî bikar bînît. Baştirîn nimone jî bo vê karînana baş di her du qûnaxan da, texta min (Kanya Jiyanê) ye, ku hunermend Eyûb Elî kirye stiran, çaxê dibêjît :

(Bi şahî û awaz lawik û heyran

Li ser şaperrên Sîmerx û teyran

Wek Suleymanî min tu gehandî

Belqîsa minê, bikeyf û seyran

****

Naxwazim j,bîrkem caniya cîhanê

Bûme Eskender ji bûna manê

Karwansera min himbêza te ye

Ew devê şîrîn kanya jiyanê ))

Herwesa texta min (Beyta Laliş ) ewa Hunermend Hesen Şerîf kiriye stiran û bûye stirana Êkê û gelek xelatên baş wergirtîn, di êkemîn Festîvala kilîpên kurdî da (Li Zaxo, di meha êk da li sala 2006)ê ku serbenda wê dibêjît :

(Hatim Lalişê mendehoş

Ev biheşta pir nûr û xoş

Li ber dergehê Şêxadî

Bûm derwêşekî xirqepoş)

Herwisa pêdivî gotinê ye ku nasiyarî û aşbûna min digel tore û zimanê Farsî (ku bi dîtina min êke ji dewlemendtirîn edebiyatên rojhelat”e) serbûra mina nivêsînê dewlemendtir lêkir. Her ji vê nasyariyê jî ez gehame wê rastiyê, ku her kesê bivêt vekolîna li ser sofîzmê û edebyata kilasîka Kurdî biket, divêt zimanê Farsî ( piştî Erebî ) baş bizanît û di edebyata Farisî da şareza bît.

P : Aya Şî,ir behreye û hemû mirovan heye, yan beruvajî, te kengî hestkir ku dikarî helbestê binivîsî û li wê cîhanê da xwe peydakey?

Herdu bi hevra ne, çunkî helbest ji aliyekî ve behreye û her kesekî ew behre nîne, lê ji aliyekî din ve eger xudanê wê behrê tinê bi hîvîya behra xwe ve bimînît, bêguman dê helbesta wî/wê ya temen kurt bît. Lewra divêt behra xwe bi rewşenbîriyeka berfireh dewlemend biket, mîna xwandina berdewama pirtokan û peydakirina agehdariyeka baş li ser fulklor û dîroka xwe û edebyata kilasîk û edebyata milletên cîran û Ol û ayinan bi giştî û despêk û şahkarên edebyata cîhanê û..htd. Eger helbestvan çendê jêhatî û behremend bît û xwe bi vî rengî rewşenbîr neket, nikarît afrandinên baş biket. Helbestvan divêt gelek bixwînît, bitaybetî ew pertokên girêdayî rexna toreyî. Her wekî min li despêkê xweyakirî, li sala (1979)ê min dest bi nivêsîna Şî,irê (Helbestê) kir û min hest kir ku dê karim tiştekî nivêsim û xizmetekî kem. Li vêrê ez pêtivî dibînim ku supasî yên xwe yên bêsinor pêşkêşî mamostayê xwe, nivîskarê hêja Feysel Mistefa Hacî bikem, yêku li sala mina despêkê li zanîngeha Bexda, gelek harîkariya min kirî û min gelek mifa ji serbûra wî ya nivêsînê kirî.

P : Aya çêdibe şî,ir-helbest li ser form û mijaran bihête vavartin û jêkvekirin, wek bibêjîn helbesta stiranê, yan romansî, yan helbesta siyasî..htd?

Wek form û roxsar, belê mirov dikarît bi bêjît : Helbesta erozî, helbesta kêşa sîlabî-penceyî, helbesta azad, pexşane helbest û ..htd, ew reng hemû hene. Lê ji aliyê naverokê û mijaran ve bi dîtina min eve vavartineka kevne. Anko berahiyê bi wî rengî (Helbesta romansî, xezel, pesn û pêgotin..htd) di hate vavartin û cudakirin. Lê niha bi wî rengî nîne û ew dîtineka kevne. Bi dîtina min helbesta baş heye û helbesta nebaş, pîver û teraziya başiyê jî hindek di destê helbestvanî da ye û gelek jî di destê xwandevan û guhdarî da ye.

Lê çaxê helbest bo stiranê bît, bêguman ew cîhaneka taybete û divêt hemû taybetmendî yên texta stiranê di hindirê xwe da komket. Anku bi dîtina min, belê helbesta stiranê karekî taybete û hindekî cudaye ji rengên dî yên helbestê. Bo nimone texta stiranê divêt ya kurt û tîr bît, çunkî stirana standard li gor pîverên serdem û cîhanî divêt ji çar deqîqa derbas nebît, eger ne wesabît Kenalên TV yên cîhanî belav nakin.

P : Bi dîtina we yê rêzdar taybetmendî yên texta stiranê çine?

Taybetmendiyên texta stiranê gelek in, lê ezê bi kurtî çar- pênceka bêjim :

Êk : Bi giştî divêt ya kurt bît, ku digel muzîkê ji çar heta pênc deqîqa ne derbas bît. Lê tinê eger karekî taybet û dastanek bît, wî demî normale heta deh deqiqa jî dirêj bît, lê ne zêdetir, çunkî niha serdemê stirana kurt e û xelkê ew dem nema ye, wekî berê guhdariya stirana dirêj biken. Her çende ku li rojhelata navîn û nav kurdan jî, hindek dîtinên cuda hene û ji stiranên dirêj jî hez diken, eger stiran bi texst, melody û deng ve ya hêja bît.

Du : Divêt ya tîr bît û pirranya ramanên girêdayî mijarê di hindirê xwe da komket.

Sê : Divêt bi zimanekî xweş û rehwan û zelal bihête nivîsîn û xelik têbigehît (jê famket), anku nabît pêkhatî bît ji çend tilisma û mamik û luxza, ku kes lê tênegehît û serê bendikê ji guhdarî winda bibît.

Çar : Divêt pêkbihêt ji peyvên sivik û pirr muzîk, ritma textê bi giştî geleka xurt bît. Divêt pîtên muzîkî û sivik bikevne di paşbendê (yan serwayê) da.

Pênc : Divêt serbendeka xoş û pirr hêz têda hebît, çunkî serbend (Ku ewropî dibêjinê : Rifring) kilîla stiranê ye û hêzeka mezin û ciwan didete textê-stiranê. Ji aliyekê din ve jî eger serbend hebît dê derfet xoştir lêhêt bo kursî û hebûna kursî jî di stiranê da rewşeka xweş û ciwan di dete stiranê.

P : Çima te giranya xwe berdaye ser nivîsîna texta stiranê, yan bibêjîn bo çî tu pitir mijulî nivîsîna helbesta stiranêyî?

Min helbest bo xwandevanî, guhdarî, mîtîng û festivala jî nivêsî ne û dîwana min (Şevstranên Zêy) bi wî awayî ye. Bi form ve jî, min li ser kêşa helbesta azada kurdî nivêsî ye. Lê piştî serhildana (1991)ê li başorê welatî, min pitir giraniya xwe berda ser nivêsîna texta stiranê, ji ber gelek egera, ku ez dikarim li vêrê du egerên serekî bibêjim, Êk : Peyama min bi rê ya texta stiranê dê zûtir û baştir gehîte xelkî, çunkî li nav pirranya milletan hejmara (stiran dosta) gelek mezintire ji ya (helbest dosta) Anku eger li bajarekî sed kes ji helbestê hezbiken, xelkê bajarî hemû ji stiranê hezdiken.

Du : Cihê stiranê gelekî bilind û hêjaye li cem gelê kurd û belkî ez dikarim bêjim ku stiran dîwana kurda ye û ji kevin da hemû tiştên xwe di stiranê da komkirîne û parastîne. Vê yekê jî egerên xwe hene û nikarîn li vêrê li ser baxivîn. Helbet piştî hunerê vîdyo kilîpê derkeftî, rolê stiranê êkcar giran bû û guhdar û bîner û aşiqên wê gelek zêdetir lê hatin.

P : Gelek caran gilî û gazinde dihête kirin, ku astê helbesta stiranê nizme û naverroka wê ya lawaz e, eve çend raste û te çewa di textên xwe da çare kiriye?

Raste û ez jî digel hindê me, texta stirana nû ya kurdî geleka lawaze. Lê li hemû parçên Kurdistanê ne wek hev e. Bo nimone rewşa texta stirana kurdî li başorê Kurdistanê gelek baştire ji bakor (Tinê texta stiranê). Bi dîtina min egera hera serekî jî ewe ku eve çendîn sale zimanê kurdî li bakor qedexe ye (yasaxe). Ji ber hindê jî pirraniya stiranbêjên bakor stiranên fulklorî dibêjin, yan jî fulklorî nûjen diken, çunkî ji aliyekî ve textên baş peyda nabin û gelekî kêmin, ji aliyekê din ve jî stirana fulklorî geleka dewlemende, ku vê çendê jî egerên xwe yên dîrokî hene û derav nîne li vêre li ser biçîn. Lê pêdivîye bizanîn, ku ji hemû aliyên din ve, wek gotina stiranê û çêkirina muzîkê, stirana kurdî li bakorê welatî gelek hêja, ast bilind û baştire ji hemû parçên din.

Li bara textên min jî, wekî kurd dibêjin : (Kes nabêjît : Mastê minê tirşe), bêguman ta lokek baş ezê razîme ji textên xwe, lê herdem pêkolê dikem bo nivêsîna texteka xort, resen û modêrin bi hev ra, pirr naverok û ritm û muzîk, ku bi dîtina min ev jî egereka xurtbûn û ast bilndî û hêjatiya wan texta ye, lewma jî gelek ji wan yên bûyne stiranên navdar, nimone ji, Stiranên : Kanya evînê û Beyta Laliş (Bi dengê hunermend Hesen Şerîf), siroda Kurdistan û stirana Têlînaz (Bi dengê hunermendZekeriya) û gelekên din. Helbet gelek stiranên navdarên din jî hene, wek: Karwanê pîroz, Bi çavên te min xwe naskir (Bi dengê hunermend Mihabad)ê. Kanya jiyanê (Bi dengê hunermend Eyûb Elî) Dilber (Bi dengê hunermend Hesen Şerîf) û gelekên din. Lê çunkî heta niha nebûne kilîp, kêm kesan bihîstîn e.

P : Hindek kes mijulî nivîsîna helbesta stiranê ne û dibêjin : Ew textên dibin stiran, divêt helbestên taybetî yên stiranê bin, ne helbestên klasîk û azad bin. Pa çima gelek helbestên kilasîk û azad jî yên bûyne stiran û hindek hunermend pê serkeftîne ?

Her wekî berî niha min gotî : Helbesta baş û nebaş heye, evca çi kilasîk û kêşa sîlabî, çi azad û çi pexşanehelbest. Anku hemû rengên helbestê dibine stiran, lê bêguman hindek formên helbestê baştir û hêsanîtir dibine stiran. Bo nimone, ez gelek ji çarînan û sê malikîyan hezdikem û ew baştirin bo awaz dananê. Çarîn ji afirandina Îraniyane di helbestê da, dibêjin helbestvanê mezin Rodekî yê Semerqendî (sala 940 z. mirî ye) ku bi Babê helbesta Farsî dihête naskirin, êkemîn kes bû formê çarînan afirandî. Lê formê sê malkiyan bi dîtina min, ji afrandina Kurda ye û gelek textên stiranên fuliklorî yên Kurdî bi wî formî hatîne danan. Helbesta kilasîk dibîte stiran, lê normal ew helbesteka dirêje û çaxê bikine stiran divêt hindekî jê rakin û çend bendekan jê helbijêrîn ku çi kêmasî negihine helbestê û naveroka texta helbijartî jî ya hevgirtî bît. Helbesta azad jî dibîte stiran û gelek cara stiranên serkeftî jê derdikevin, lê ew jî bo awazkirinê geleka bi zehmete û her mîlodîvanek nikarît awaz biket. Ji ber vê çendê ez dibînim ku text (çi birengê kilasîk, yan her formekê din) divêt taybetî bo stiranê bihête nivîsîn û hemû taybetmendî yên texta stiranê têda bihêne berçavkirin û parastin, daku stiraneka serkeftî jî li ser avabibît.

P : Çaxê hunermendek texteka stiranê ji te daxwazît, tu li gorey awazekî textê dinivîsî, yan pişt ra hunermend awazekî li gorey texta te didanît?

Herdu halet hene. Hindek caran stiranbêj dê awazekî dete min û ez dê li gorey awaza wî, textê nivêsim. Hindek caran jî ez dê texta xwe nivêsim û deme destê stiranbêjî daku awazekî bo peyda ket. Bêguman bo helbestvanî xoştire ku bi azadiya xwe binivîsît, lê eger awazeka gelek xoş hebît, pitir dibîte palderek bo helbestvanî ku texteka xoş û hêja li ser (li goreyi awazê) binivîsît.

P : Gelek cara mafên helbestvan û awazvana (xudanên awazan) dihêne xwarin û tinê stiranbêj navdar dibin, digel hindê jî ew stiran ji hizra helbestvanekî derkeftîye û awaz jî ya awazvanekî ye, tu çewa dibînî ?

Raste û mixabin berdewame, bitaybetî hindek stiranbêj navê helbestvanî û xudanê awazê li ser Albumên xwe jî nanivîsin. Lê hindek stiranbêj hene (gelek kêmin) ku hevalên xwe ji bîr naken û baş rolê wan dinirxînin. Li vêrê ez dikarim amajê bi serederiya hunermendekî bikem wek nimoneyek baş û wefadar digel heval û hevkarên xwe. Li sala (2007)ê hunermendê birûmet û wefadar Hesen Şerîf di Albûma xwe ya bi navê (Av û Av) da, wênên wan helbestvanên pişikdar di karê wî da, li nav dîzayina Albûma xwe da belavkirin, ku bi dîtina min eve diyarokeka gelek ciwane û wefadariyeka nirixdare bo heval û hevkarên hunermendî. Her çende gelek helbestvanên heyin ku navdarin û ne pêdvî navdariyê ne, lê karekê hosa ji aliyê hunermendî ve, nîşana wefadarî û dilsoziya wî ye bo heval û hevkarên wî.

P : Bi dîtina te, kîne ew helbestvanên îro di qada nivîsîna texta stiranê da serkeftî û xudan karîn û şiyanin ?

Zehmete navê kesî bînim, lê mixabin ewên ez ji textên wan razî gelek nayab û kêm in û bi tiliyên destan dihêne hejmartin. Mixabin hêşta texta stiranê li Kurdistanê bigiştî ya lawaze û gelek car nagehît û negehişti ye astê texta fuliklorî ya kurdî, ku ew (kiteka kêm nebin) geleka bilind û dewlemende.

P : Hindek stiranbêj bi du-sê zaravên kurdî distirin, tu vê diyarokê çewa dibînî û tu bi zaravên din jî helbestên xwe dinivîsîne?

Diyarokeka gelek başe û eve karê mine û ez bi xwe jî hunermenda han didem, ku bi her pênc diyalêkit û zaravên serekî yên zimanê kurdî stirana bibêjin. Ew pênc zarav û diyalêktên serekî jî eve ne:

(1- Kirmancî 2-Soranî 3-Kirmanckî (yan : Zazakî, Domilî) 4-Kelhurrî (yan : Lekî, Lurrî, Feylî) 5- Hewremanî (yan : Goranî).

Bi rê ya stiranê hunermend dikarin milletê kurd pitir nêzîkî hev biken û zaravên hevdu pêtir nasbiken ku eve jî peyameka netewî ya gelek giringe. Ew rolê hêzên siyasî yên kurdî nekarîne bi temamî pê rabin, stirana Kurdî dikarît bi wî rolî rabît û xelkê Kurdistanê nêzîkî hev biken. Ji ber hindê jî ez gelek giringiyê didemê. Her divî warî da dixwazim amajê bi du karên giring bikem, Êk : Siroda Kurdistan ya ku hunermend (Zekeriya) li Adara (2003) ê bi kilîp ve belavkirî. Bi hizra min ew êkemîn stirana nû ya kurdî ye bi du zaravên serekî yên zimanê kurdî hatîye stirandin, ku min pişka Kirmancî ji texta wê li buhara sala (1991)ê li Swîlavê beramber qesir û telarên Diktatorê Îraqê (li Sersinkê û serê Garey) nivêsî bû, pişka Soranî jî, hevalê me yê hêja mamosta Îsmaîl Xurmalî nivêsî ye. Berî rijêma Diktatorê Îraqê bikevît bi (19) rojan, stiran bidengê hunermend (Zekeriya) belav bû û bûye pêşbînî bo nemana wê rijêma dirrinde û stiranê gelek baş cihê xwe di dilê xelkê Kurdistanê da kir û niho ya bûye sirodeka nîştîmanî û netewî.

Du : Stirana Pêşmerge, ku hêşta pirojeye û nehatiye stirandin. Ev texte, min bi her pênc zaravên serekî yên zimanê kurdî li sala (2005)ê nivêsî ye (Bendên Kurmancî û Soranî min bi xwe nivîsîne, bendên zaravên din jî her min bi Kirmancî nivîsî ne û hindek hevalan-bi heman kêşe û serwa ve –kirîne ew zarav) eve jî êke ji wan karên herdem ez şanaziyê pê dikem. Ez tinê bi Kirmancî textên xwe di nivêsim, lê ez Soranî jî baş dizanim û hindek cara (bendekî, du ya- Kopla) pê dinivîsim. Pîçekî ji zaravê kelhurrî jî dizanim û têdigehim, lê mixabin ez Zazakî û Hewramî nizanim.

P : Tu çewa textên xwe dideye stiranbêjan, aya tu çi mercan didanî? Kîne ew hunermendên textên te kirîne stiran?

Nexêr çi merc nînin û her hunermendê mafê hunerî yê textê baş bidetê û xwe digel hunerê xwe da mandîket û stiranê xoş bibêjît, ez textan didemê.

Tinê divêt awaz bi dilê min jî bît (Hindek caran ez bi xwe awaza texta xwe didanim, belê gelek kêm). Min text dane gelek hunermendan wekî hêjayan : Hesen Şerîf, Zekeriya, Mihabad, Necmey Xulamî, Hanî, Omer Gundî, Alîn, Eyûb Elî, Çopî, Ejder Wehbî, Alan Omer, Dilşad Nêrweyi, Natalya, Kakwe Kawanî û gelekên din. Ji gencan jî wekî hêjayan : Baxan, Herdî Selah, Rêkêş Seyranî, Diyarê Kurd, Sîpan Xelat, Melek Rojhat, Heldêr, Loke, Salar, Pêşeng, Deşnê û gelekên din.

P : Berî heyamekî tu di simînarê (Stirana kurdî - Duhî, îro û sube) li Almanya pişikdarbûyî, li wêrê ta çi rade û lok (Derece) wek helbestvanek tu şiyayî (Karîy) mafên hevkarên xwe bînî ziman û mijar bi giştî çawa bûn?

Belê ew simînarekî berfirehbû, fonda navnetewî ya Şivan Perwer li bajarê Bonn li Almaniya amadekiri bû, gelek hunermendên bispor di warên stiranê da axaftin (wek mamosta û muzîkvanê mezinê kurd û cîhanî Dilşad Muhemed Seîd). Ez li ser texta stirana Kurdî axiftim (Kevn û nû, bi hemû qûnaxên wê ve) ku li vêre derfet nîne liser biaxivîn.

Lê bi dîtina min civîn û simînarên hosa gelek pêdivîne, çunkî stiran giyanê milletê kurde û mirov dikarît bi rêya stiranê gelek xizmeta doza xwe biket. Bo nimone çaxê em astê stiran û muzîka kurdî bilind dikeyn û li cîhanê belavdikeyin, her wekî em dibêjîne cîhana nû :

(Em jî milletekî serbixo ne û xwedî fuliklorekî mezin û dewlemendîn û me jî muzîkeka dêrîn û zengîn û asit bilind û taybeta xwe heye) ku eve jî baştirîn çekê hevçerx û serdeme bo berevaniyê ji doza rewaya gelê me û nasandina wê, ji ber hindê ez pêşinyardikem ku wezareta Rewşenbîrî ya hikometa Kurdistanê Konfiranseka taybet û berfireh li ser stirana kurdî berhevket û her carê li deverekî li darbixît. Gelek başe Konfiransa Êkê li bajarekê devera Behdînan bît, wekî Amêdiyê yan Zaxo, çunkî Behdînan (wekî Hekarya, Botan, Serhedê û Hewreman) senterekê mezinê stirana resena kurdî ye. Ji aliyekê din ve jî devereka sinorî ye û sê parçên Kurdistanê pêkve girêdidet. Divêt Konfiranseka mezin bît, bisporên stiranê li nav û derveyî Welatî û stiranbêjên navdar bi her bênc zaravên kurdî têda pişikdar bin da ku li ser hemû mijarên stiranê biaxivin û qanûnên pêdvî bo parastina wê û mafên hunermendan û textnivîsan danin.

P : Di cîhana helbestê da bi giştî, pirojên te yên nû çine?

Gelek pirojên nû yên heyin, lê kes nîne piştevaniyê lê biket. Bo nimone, min textên du dastanên mezin nivîsî ne û mamostayê muzikvan Dilşad Mihemmed Seîd awaz kirî ne, lê ji ber nebûna piştevaniyê hêşta bi rê vene. Ev her du dastane, êk bi navê (Şingal) ku li havîna sala 2008ê min nivîsî ye, ya du yê bi navê (Pêşmerge) li sala (2005)ê min bi her pênc zaravên serekî yên zimanê kurdî nivîsî ye. Ev her du stirane di qûnaxa berheviyê dane û du karên hunerî yên êkcar mezin û bilind in û birryare gelek hunermend (Ji hemû parçên welatî) têda pişikdarbin, ku hîvîdarim di paşerojek nêzîk da ronahiyê bibînin.

Herwesa duyemîn dîwaneka min ya helbesta bi navê (Dara çilawaz) ya berheve bo çapê û birryare di vê sala nû da belavbibît. Lê her ji niha dane dane (Ket kete) li her du malperên avestakurd (Bi tîpên Latînî) û Herman ( Bi tîpên Aramî ) belav dibît.

* Faxir Berwarî

Print