| Piştî hefteyekê ji serdana Amerîka, serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ji Amerîka ber bi Awustriya (Nemsa) ve çû. Berî ku serokê herêma kurdistanê ji Amerîka derbikeve jî, kombûnek giring bi wezîrê bazirganîya Amerîka Garî Lok re saz da û gelekî bi berfirehî, behsa peywendîyên aborî û bazirganîyên navbera Amerîka û herêma kurdistanê hat kirin.
Serokê herêma kurdistanê di dîdar û kombûnên xwe de yên bi berpirsên Amerîka re da zanîn, ku herêma kurdistanê herdem cihê jîyana bi hev re ya birayane ya hemûyan bûye.
Serokê herêmê da zanîn, ku niha jî her herêma kurdistanê – bi tevî planên nehezan – cihê evê biratîyê û jîyana bi hev re ye. Serokê herêmê ji Kildan û Aşûrîyên Amerîka re jî got, ku neteweyên wan li herêma kurdistanê azad in. |