DESTEYA KRÎZÊN NAVDEWLETÎ DIBÊJE KU IRAQÊ DI PIRSA PÊKANÎNA

Li angora reporteka Desteya Krîzên Navdewletî ya ku di bareya pirsa bajêrê kerkûkê de hatiye amadekirin, ayindeya (paşeroja) Iraqê bi xwe jî bi pirsa kerkûkê ve hatiye girêdan.

Di evê reportê de hatiye, ku hukûmeta Iraqê di bareya bi cihanîna maddeya 140 de xwe sist dike û heta niha jî, hîna serhejmarî û referandum li evî bajêrî nehatine encamdan.

Evê reportê daxwaz ji hemû hêzên nava kerkûkê kiriye, ku hemû hev nas bikin da ku xwe ji şerr dûr bixin. Ev report weha dide nîşandan, ku dibe di her demekê de şerr li evî bajêrî çê bibe.

Evê reportê da xuyakirin, ku heger ev hemû bûyerên xeter li bajêrê kerkûkê çê bibin, dê hukûmeta Iraqê bi xwe jî biherrife.

Amadekarên evê reportê weha dane nîşandan, ku heger zû bi zû çareyek ji evê pirsê re nehê vedîtin, dê xwîn li evî bajêrî birije.

Print