Îro Propagandaya hilbijartinan li Iraqê û Kurdistanê dest pê kir

Îro li seranserê Iraqê, lîste û namzetan dest bi propagandaya hilbijartina Iraqê ya meha adarê kirin ku prosesa propagandayê dê 22 rojan dom bike...

Di hilbijartina vê carê de nêzîkî 19 mîlyon welatî mafê dengdanê heye û 164 partî û lîste û hevpeymanî ku 6529 namzetên wan hene dê ji bo bidestxistina 325 kursiyên parlamentoya Iraqê kêbirkêyê bikin.

Hejmara Hevpeymaniya Kurdistanê 372’ê ye ku ji 13 aliyan pêk hatiye; YNK, PDK, Bizava Îslamî ya Kurdistan Iarqê, Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Serbixwe, Partiya Komînîsta Kurdistanê,Komeleya Lîberala Tirkmen,Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîka Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê,Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê,Lîsteya Tirkmena Hewlêrê û Partiya Exaya Tirkmena Iraqê.

Hevpeymaniya Kurdistanê dê li 12 parêzgehên iraqê beşdarî hilbijartinan bibe.

Print