| Komîteya bilinda lîsta hevpeymanîya kurdistanî, di bareya hinek kar û reftarên hilbijartinê de, bangewazek pêşkêşî alîgirên xwe kir. Ev jî teksta ewê bangewazê ye:
Hevwelatîyên rêzdar..
Alîgirên xweştivîyên lîsta hevpeymanîya kurdistanî..
Propagandaya hilbijartinan, dîyardeyeka qanûnî û şaristanî ye. Divê ew wek festîvaleka neteweyî û niştimanî ya tije akar (exlaq) û reftar û kirdarên ciwan be. Bi awayekî weha be, ku ji gund û bajêrên kurdistanê re nîşaneka geş be.
Li angora evê nerînê; em daxwazê ji alîgirên lîsta hevpeymanîya kurdistanî dikin, ku girêdayî hemû rênîşanên komisiyona bilinda hilbijartinan û planên ewledarîyê yên dam û dezgehên ewledarîyê bin, ku li gund û bajêrên deverên dabirrayîyên herêma kurdistanê jî hene. Divê li angora akarên şaristanî propagandayên hilbijartinan bihên encamdan. Ji bo evê mebestê jî, divê em girêdayî evan rênîşanan bin:
Yekem: dema ku alîgirên lîsta hevpeymanîya kurdistanî li cadeyan propagandayê encam didin, divê bi awayekî qanûnî karên xwe encam bidin.
Duyem: di dema encamdana propagandayê de, divê hornên otomobîlan bi kar nehên, da ku hevwelatî bi dengên bilind û qerebalixê bêzar nebin. Gerek em propagandayê ji hevwelatîyan re bikin boneyeka (munasebeteka) xweş.
Sêyem: divê seqayê giştîyê propagandayan, seqayê dostanîyê û qebûlkirina hev be û divê em xwe dûrî hilwestên azirandinê û diristkirina nexweşîyan bigirin.
Çarem: em tekezîyê li ser pêkanîna rênîşanên komisiyona bilinda hilbijartinên Iraqê dikin û em dê mizgeft, perestgeh û avayîyên hukûmî, ji bo propagndayan bi kar nehînin. Em tekezîyê li ser pêkanîna ewan rênîşanan jî dikin, ewên ku li nik bajêrvanîyan hene û li cihên xwe hatine belavkirin.
Hevwelatîyên rêzdar..
Alîgirên xweştivîyên lîsta hevpeymanîya kurdistanî..
Em tekez dikin, ku girêdana me ya bi evan xalên serî ve, ji bo propagandayên hilbijartinê beşekî erkê lîsta me ye û divê alîgirên me, pê bihên naskirin û ji ewên din cuda bin.
- Bila em ji bo propagandayeka şaristanî û hilbijartineka hêmin, aram û azad ber bi pêş ve biçin.
- Bila em ji bo serkevtina hilbijartinan û serkevtina lîsta hevpeymanîya kurdistanî ber bi pêş ve biçin.
Komîteya bilinda Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî
14, 02 / 2010
|